LI SER DEM Û DEMJIMÊRÊ

LI SER DEM Û DEMJIMÊRÊ

Dema weşanê: Adar 2, 2019, 8:53

Nivîskar: Yekta Arîn

Dîtin: 2974

 

Pîvana demê li ser esasa zivirîna Dinyayê saz bûye. Di gelek maweyên dîrokê de, dem, li gorî pozisyonên Tav û stêrkên li asmanê hatiye hesabkirin. Tenê vê dawiyê demjimêrên mekanîk û yên elektronîk ji bo jiyana me sazûman bike vê peywirê hildane ser milên xwe. 

 

Yekeya Demê ya Bingehîn

 

Yekeya demê ya astronomîk a bingehî roj e, ew ji zivirîna dinyayê pêk tê. Bi rastî, ji bo diyarkirina rojê ne tenê yek rê heye. Ji zivirîna periyodîk a Dinyayê ya beramberî Tavê re "Tavdemî" tê gotin. Axir, ji bo gelekan hilatina Tavê ji hilatina Arkturusê (li asman, stêrka sêyemîn a birqok) an jî ji hilatina stêrkên din girîngtir e, lewma em saetên xwe li gor hin versiyonên Tavdemiyê eyar dikin. Li gel Tavdemiyê, astronom Stêrdemiyê jî bi kar tînin ku ew li gorî zivirîna Dinyayê ya beramberî stêrkan tê diyarkirin.

 

Rojê Tavdemî ji rojê Stêrdemî piçek dirêjtir e, çimkî Dinya li gel çerixînê, di heman demê de di rêgeha xwe ya dora Tavê de jî bi tevger e. Di destpêka pîvana demê de bila pozîsyona Dinyayê ya li ser rêgeha xwe di roja yekem de be û bila Tav û hin stêrkên dûr ji bo çavdêra li ser rûyê Dinyayê di nav xetê de li lûtkeyê de bin. Gava dinya zivirîneke xwe ya beramberî stêrkên dûr temam bike û bikeve roja dûyem wê tîra dirêj dîsa heman stêrka dûr nîşan bide. Lê belê, ji ber tevgera Dinyayê ya domahiya rêgeha xwe ya ji roja yekem heta roja duyem em ê ferq bikin ku hêj Tav negihîştibe pozîsyona xwe ya ku li jora çavdêrê ye. Xulase, ji bo temambûna rojek Tavdemî divê Dinya mîqtarek zêdetir bizivire ku ev mîqtar bi 1/365ê zivirînek temamî ya Dinyayê re yeksan e. Bi kurt û kurmancî, rojê Tavdemî qederê 4 deqîqeyan ji rojê Stêrdemî dirêjtir e.

 

Ji ber ku demjimêrên me li gor Tavdemiyê hatine eyarkirina, stêrk her roj 4 deqîqe zûtir derdikevin. Esmannas ji bo çavdêriyên xwe Stêrdemiyê bi kar tînin, lewre di vê pergalê de, stêrkek her roj di heman demê de xuya dibe. 

 

Tavdemî û Stêrdemî

 

Tav di nav fezayê de texmînen 24 saet carek çerxa xwe temam dike, lê me amaje pê kiribû ku stêrk li fezayê vê çerxê 4 deqîqe zûtir temam dikin, ango 23 saet 56 deqîqe. Ev yek dibe sedema guherîna pozîsyonên stêrkan ku li gorî demeke (çi roj çi jî şev) hatiye diyarkirin. Her roj 4 deqîqe zûtir hilatina stêrkan di tevahiya mehekê de 2 saet ferq dike (4 deqîqe × 30 = 120 deqîqe an jê 2 saet). Heger komstêrek nîşankirî li demsala zivistanê xuya bibe û ew kêlî jî roj biçe ava, em dikarin piştrast bin ku dê demsala havînê ew komstêr 12 saet zûtir xuya bibe ango bi rojê re, û ew ê êdî bi şev nekare bi hêsanî were dîtin. Wekî mînak, bila stêrka Sîrîus ku pir birqok e di saet 7:00ê êvarê de xuya bibe, ew li fezayê li lokasyoneke diyarkirî, nîvê şevê pir bilind e. Wê piştî sê mehan stêrka Sîrîus di saet çendan de cardin xuya bibe? 

 

Rîsîn (Solution)

Di sê mehan de Sîrîus wê zûtir xuya bibe ku:

 

90×4=360 deqîqe an 6 saet.

 

Ew ê nîvê şevê di saet 1:00î de xuya bibe û wê li şûna nîvê şevê, li devera ku roj diçe ava zêdetir li bilindahiyê de be. Di nava komstêra Seyê Mezin de (Canis Major)  ya herî birqok Sîrîus e.

 

Tavdemiya Çespanî

 

Em dikarin "Tavdemiya Çespanî" wekî dema ku li gorî pozîsyona çespanî ya Tavê hatiye hesabkirin pênase bikin. Ew cureyek demê ye ku bingeha xwe ji Tavdemiyê distîne û wisa xuya dike ku ew pîvana demê ya herî zû ye û ji hêla şaristaniyên qedîm ve hatiye bikaranîn. Serdema me de em nîvê şevê destpêka demê qebûl dikin û saet bi saet wê dipîvin...